Pira Romanî li gundê Eyn Dîwerê yek ji girîngtirîn şûnwarên dîrokî ye li parêzgeha Hesekê. Ew beşek ji mîrateya mîmarî ye ku dîroka kevnar a herêmê nîşan dide. Dîroka wê vedigere serdema Romayê, ku wê demê ji bo hêsankirina tevgera hêzên leşkerî yên Romanî û bazirganîya di navbera herêmên cuda cuda yên Sûrîyê de dihat bikaranîn, xasma ji bo derbasbûna ser çem û gelîyan.
Ev pira ku bi gelek navan tê naskirin, wek (Pira Dîcleyê, Pira Romanî, Pira Selcûqî yan Zengî, Pira Eyn Dîwerê, yan bi Kurdî ‘Pira Bafit’, û Pira Cizîrê ya Kevn), li ser çemê Dîcleyê li bakurê Mezopotamyayê nêzîkî gundê Eyn Dîwerê li bakurrojhilatê Sûrîyê ye, li başûrê Cizîra Botanê.
Ev herêm li nêzîkî sînorê Sûrîye û Tirkîyê ye û gelek şûnwarên dî yên serdema Romanî û serdemên piştî wê li xwe digire. Ev der beşek ji wê herêmê ye ku gelê Kurd bi sedsalan e lê dijî. Lewra, mirov dikare bibêje ku Pira Bafitê beşek ji binesazîya herêmê bû ku Kurdan di qonaxên cuda yên dîrokî de mifa jê wergirtiye.
Romanîyan di avakirina pirê de kevirên herêmî bi kar anîne, ku ev yek nîşan dide ka wan çawa sêwirîna xwe bi jîngeha derdorê re guncaw kiriye. Pir di encama şer û mercên xwezayî mîna lehî û xwarinê (erozyon) de rastî xerabûnê hatiye. Pira ku ji kevirên mezin û bi hunereke bilind hatiye avakirin, mînakeke zindî ya hunera avahîsazîya Romanî ye ku xwe dispêre hêz û berxwedanê. Stûnên pirê bi şêweyê xwe yê hêsan û xurt karîbû barên giran di nav demê de hilgirin.
Pir di serdema hikumdarîya Zengîyan de ji nû ve hat avakirin û avakirina wê di dawîya sala 1164an de bi dawî bû. Li gorî pirtûkên dîrokî, avakerê pirê Cemaledîn Ebû Ce’fer Mihemed bin Elî ye, ku bi navê “Cewadê Esfehanî” tê naskirin. Malbata wî bi zanist û wêjeyê navdar bû. Wî li Mûsilê wefat kir, lê piştî nêzîka salekê Şêrko (mamê Selahedînê Eyûbî) termê wî bir Mekeyê û li Beqî’ê veşart. Yek ji karên wî yên herî navdar ev pira li ser çemê Dîcleyê ye.
Berê pir ji sê kevanên kevirî yên mezin pêk dihat, lê îro tenê kemberek jê maye ku li ser stûnên mezin ên ji kevirên hilûkirî hatiye avakirin. Firehîya kembera mayî nêzîkî 21.6 metre û bilindahîya wê 12.3 metre ye.
Li ser stûna başûr, ji alîyê rojhilat ve, heşt nîgarên bircên asîmanî hatine kolandin (ji Mîzan heta Birca Cêwî). Ev nîgar di nav şûnwarên Sûrîyê de bêhempa ne.
Pir bi xemlandin, nivîsên Erebî û nîgarên stêrnasîyê navdar e. Cihê pirê ji bo şopandina girtina rojê û heyvê pir guncaw e. Di 11ê Tebaxa 1999an de girtina rojê ya tam li Eyn Dîwerê 2 xulek û 7 çirkeyan dom kir, ku zanayên cîhanê lê civîyan û medyaya cîhanê ew bûyer weşand.
Stûna rojavayî ya ku kembera dîyarkirî hildigire, bi heşt nîgarên kevirî yên spî hatine xemlandin ku ji kevirê kilsî hatine çêkirin, berevajî kember û stûnên dî yên ku ji kevirên bazalt ên reş hatine avakirin. Ev nîgar bi awayekî peyderpey hatine rêzkirin da ku heşt birc yan lewheyan pêk bînin ku mijarên cihêreng ligel hinek neqş û xemlandinên Îslamî li ser wan hene. Ev lewhe ji rastê ber bi çepê ve, bi awayekî ku girêdayî gerstêrk û bircên asîmanî ne, hatine rêzkirin:
Zuhel û Mîzan – Mişterî û Kevjal) – Merîx û Karik – Şêr û Roj – Hût û Venûs – Etarid û Cewza (Cêwî) – Ga û Heyv – Kevan û Mar. Firehîya her lewheyekê 1.2 metre ye û bilindahîya wê metreyek e, û li dora her lewheyekê çarçoveyek heye ku firehîya wê digihîje nêzîkî 20 santîmetreyan.
Ji ber ku ev şûnwar beşek ji şaristanîya mirovahîyê ya hezarên salan in, divê:
- Ev şûnwar di nav lîsteyên waneyên niştimanî de (Erdnîgarî, Dîrok, Zanistên Civakî) werin bicihkirin.
- Di lîsteyên dersan de ravekirineke berfireh li ser dîroka wan bêyî guhertin were dayîn.
- Girîngîyeke mezin bi wan bê dayîn û bibe cihekî geştyarî, bêyî ku dîroka gelên herêmê (ku piranîya wan Kurd in) were windakirin an veşartin.
- Hişyarkirina xelkê li ser girîngîya jîyana hevbeş û qebûlkirina çanda hev, da ku welatî xwe wekî beşekê ji welêt bibînin dema ku dibînin dewlet girîngyê dide dîrok û mîrateya wan.
Dr. Ismet Remezan