Şam-SANA
Lêkolînerê herdû Çandên Îslamî û Erebî Mihemed Saleh El-Me’erawî, li Navenda Çandê ya li Mezê, semînereke çandî pêşkêş kir. Di vê semînerê de, dîroka 44 menareyên Şamê û navên wan bi awayekî dîtbarî belge kirin, û ronahî da ser pêşketina avahîsazîya olî ya bajêr heta sala 1941ê.
Semînera bi navê “Menareyên Şamê” behsa koka menareyan ji serdema Emewîyan ve kir. Lêkolîner dîyar kir ku şêweyên wan ên niha encama nûjenkirinên li pey hev in ku piştî erdhej û karesatan hatine pêkanîn.
El-Me’erawî, menareyên Mizgefta Emewî wekî mînakên herî berçav nîşan dan. Piştre behsa menareyên serdemên Nûrî, Eyûbî û Memlûkî kir ku bi nexşên xwe navdar in. Her wiha behsa menareyên Osmanî kir ku bi ziravî, bilindbûn û kumikên xwe tên naskirin.
Di dawîyê de, wî amaje bi hin menareyên ku winda bûne û hinên nûjen kir ku di bin bandora şêwaza Şamî-Osmanî de ne. Beşdaran tekezî li ser giringîya parastina menareyan û bîrdanka avahîsazî ya Şamê kirin.









