Heleb-SANA
Rêveberîya Çandê li Helebê semînereke dîyalogê bi navê “Resenîya Pêkhateya Kurd li Sûrîyê” li dar xist. Di semînerê de hebûna dîrokî û çandî ya Kurdan û rola wan wekî beşekî resen ji tevna niştimanî hat gotûbêjkirin, her wiha li ser asoyên avakirina hevbeş di çarçoveya Sûrîya yekbûyî de, bi beşdarîya akademîsyen, çalakvan û nûnerên civaka herêmî hate rawestan. Semînerê tekezî li ser nirxên hevwelatîbûn, pêkvejiyan û aştîya navxweyî kir.
Beşdaran dan xuyakirin ku semînerê giranî daye ser yekrêzîya gelê Sûrîyê û dûrketina ji dubendîyê, û pirrengîya çandî ya Helebê anîn ziman. Her wiha di nîqaşên beşdaran de bang hat kirin ku di qonaxa avakirinê de dîyalog were xurtkirin û nakokî werin lipaşxwehiştin.

