Medîna Munewer-SANA
“Pirtûkxaneya Mizgefta Pêxember” wek avahîyeke zanistî tê hesibandin ku berê lêkolîner û serdankeran dikişîne xwe, ji ber ku naverokeke dewlemend pêşkêş dike ku zêdetirî 250 hezar sernavên dîjîtal û weşanên cihêreng ên warên zanistî yên kevn û nûjen li xwe digire.
Raporeke ajansa (WAS) ragihand ku pirtûkxane di hundurê Mizgefta Pêxember de ye û zêdetirî 70 warên zanistî vedihewîne, ku yên herî girîng zanistên Quranê, Hedîs û zimanê Erebî ne; her wiha xizmetên elektronîk ên pêşketî di lêgerîn û fihristkirinê de ji lêkolîneran re peyda dike.
Pirtûkxaneya ku temenê wê li gorî “WAS”ê ji sed salî zêdetir e, bû şahidê karên nûkirinê yên berfireh ji bo parastina xezîneyên wê yên zanistî û mîrata wê ya bêhempa, di nav de destnivîsên kêmpeyda, pirtûk û mushafên kevn û biha.
Pirtûkxane salane wek çavkanîyeke zanistî û agahdarîyê pêşwazîya bi deh hezaran serdankeran dike, û hewldanên Mîrnişînîyê (bi rêya Desteya Lênêrîna Her du Hereman) di xizmeta mêvanên Rehman û serdankeran de di dirêjahîya salê de nîşan dide.