Jan Dost ne tenê romannivîsekî xwedan pênûseke zêrîn e, ew di heman demê de mîmarê peyvên birîndar, parêzvanê kûrahîya dîroka Kurdî û dengê wijdanê miletê xwe ye. Ew nivîskarekî wisa hîmdar e ku bi hostatîyeke kêmwêne, pireke xurt di navbera koka klasîk a Ehmedê Xanî û êşên nûjen ên Sûrîyê de ava kiriye.
Berhemên wî mîna neynika ruhê însanê Kurd in; carinan ji hucreyên medreseyan bêhna îlm û zanînê belav dikin, carinan jî ji kolanên sirgûnîyê yên Almanyayê qêrîna xerîbîyê bilind dikin.
Di vê hevpeyvîna taybet de, em ligel wî ber bi kûrahîya “Jan” û “Dostanîyê” ve diçin. Em dê tê de li felsefeya Mem û Zînê, li serborîya wî ya di navbera du zimanan de û li ser xewna wî ya herî mezin –Sûrîyeke nû, azad û demokratîk– guhdar bikin. Jan Dost bi dilfirehîyeke rewşenbîrî, nexşeya siberoja miletê Kurd û peywendîyên dîrokî yên li herêmê ji bo xwendevanên SANA Kurdî radixe ber çavan.
Koka Janê û Mîrasê Îlmî yê ji Bav
SANA Kurdî: “Jan Dost..”, çi meseleya “Dostanîya Janê” ye?
Jan Dost: Ez ji zarokatîya xwe ve kesekî xemgîn bûm. Hinekî bandora dêya min jî li ser min hebû; dêya min ji dinyayê sar bûbû. Birayê wê, xwişka wê, dê û bavê wê miribûn û ew her dem bi hesreta wan bû. Wekî din jî, hema ku min bîr bir, min dît ku bindestî heye, desthilateke zalim heye. Ez dikarim van hûrgilîyan wekî sedemên bingehîn ên “Jan”a di navê xwe de nîşan bidim.

SANA Kurdî: Zarokatîya we li ber destê rehmetîyê bavê we bi feqetî û ilmê şer’î derbas bûye, çi bandora wê li ser Kurdîtîya we hebûye?
Jan Dost: Bandora vê yekê gelekî mezin bû û hema bibêje di hemû berhem û romanên min de dîyar e. Min bi xêra dersên bavê xwe fiqha Şafiî nas kir, ez baş fêrî zimanê Erebî bûm û li dibistanê heta zankoyê jî her dem yekemîn bûm. Ev zimanê şêrîn bû amûrek di destê min de ku ez pê derdê miletê xwe ji birayên xwe yên Ereb re vebêjim û êşa xwe derbibirim.
Mirîdê Ehmedê Xanî û Parêzvanê Mem û Zînê
SANA Kurdî: Em bala xwe didinê we gelekî guh daye seydayê Ehmedê Xanî; gelo ev yek ji ber çi ye? Yan jî wekî ku hûn dibêjin: “Ez xwe wekî mirîdekî seydayê Ehmedê Xanî dibînim”, çima hûn xwe mirîdê wî dibînin?
Jan Dost: Belê, rast e. Seydayê Ehmedê Xanî xwedan projeyeke gelekî mezin bû. Projeya wî dibe du beş: Yek beşa olî (dînî), du beşa neteweyî. Ehmedê Xanî dixwest dînê Îslamê kurdîze bike. Dixwest zarokên Kurdan fêrî zimanê Quranê bike. Her wekî wî bi xwe di pêşgotina Nûbihara Biçûkan de gotiye; ew dixwaze şagirtên hucreyan, piştî ku ji dersên Quranê xilas bibin, êdî zimanê Erebî nas bikin û bizanibin Quran çi dibêje. Her wiha wî Eqîda Îmanê jî bi Kurdî nivîsî. Ev nivîsên wî di dibistanên klasîk ên Kurdî de (Hucre) ku li rex mizgeftan bûn, du-sê sed salan hatin xwendin.

Derbarê beşa duyem a projeya wî de; ew mirovekî zêde rewşenbîr û bîrewer bû. Bala xwe dabû rewşa Kurdan û zimanê Kurdî. Dîtibû ku Kurd di navbera du împeratorîyên mezin de dabeş bûne û mîrên wan bêtifaq in. Navika hizr û ramanên wî ew bû ku Kurd bibin yek û azad bijîn. Ev yek di pêşgotina Mem û Zînê de, ya ku min şiroveya wê ya bi Erebî sala 1995an bi dizî li Şamê çap kir, bi zelalî dîyar e.
SANA Kurdî: Erê “Mem û Zîn” ya herî binavûdeng e, lê gelo hûn jê derbasî mesnewîyeke din nabin? Mîna “Zembîlfiroş”, “Sîyamend û Xecê” û yên din ku li gund û zozanan bi hezaran belav bûne.
Jan Dost: Na. Mem û Zîn taybet e. Ew qet ne mîna van berhemên ku we behsa wan kiriye ye. Mem û Zîn manifestoya hebûna Kurdan e. Zembîlfiroş çîrokeke evînê ye ku gelekî dişibe çîroka Yûsiv û Zuleyxayê, ango hezretî Yûsiv û jina Ezîzê Misrê. Sîyamend û Xecê jî xwerû eşq û evîneke dinyewî ye. Lê Mem û Zîn felsefî ye, neteweyî ye û berî her tiştî ensîklopedî ye. Naşibe berhemên din; belkî mirov dikare bibêje ew mîna Şahnameya Firdewsî yê Îranî ye.
Agirê Kurdîtîyê û Berfa Erebîtîyê
SANA Kurdî: Di navbera Soranî û Kurmancî de, di warê nivîsê û bi taybetî di warê wergerê de, hûn kîjanî bêhtir li pêş dibînin û çima? Ji bo pêşxistina tevgera wergerê, miletê me bi hewceyî çi ye?
Jan Dost: Bê guman û bê dudilî Soranî li pêş e. Ev yek jî li hin sedemên dîrokî vedigere. Li Bakurê Kurdistanê ango li Tirkîyê zimanê Kurdî bi her awayî qedexe bû. Lê li Başûr ango li Îraqê ev dîyarde nebû û ziman û çanda Kurdî bê astengî bi pêş ket.
Beşê duyem yê pirsa we dikare wisa were bersivandin: Bi wergerê ziman digihîje rasteqînîya xwe. Werger pêdivîyek e. Em dizanin ku di serdema Ebasîyan de pirtûk bi qasî giranîya xwe bi zêr dihatin wergerandin; ji bo vê yekê jî çanda Erebî, raman û felsefe gelekî bi pêş ketin. Niha li ba Kurdan tevgereke wergerê ya baş heye, hêvîya me ew e ku hîn baştir bibe.
SANA Kurdî: Hûn rewşa Kurdî -bi taybetî ya Kurmancî- di nava van dehsalên dawî de çawa dibînin?
Jan Dost: Ez vê rewşê gelekî baş dinirxînim. Şikir ku gelek astengî ji holê rabûne û êdî miletên derdorê dizanin ku Kurd wekî netewe, ne dijminê kesekî ne. Çanda wan divê were parastin; ew beşek ji vê Rojhilatê ne.
SANA Kurdî: Di navbera Kurdî û Erebî de, hûn xwe bêhtir wekî nivîskarekî Kurdî yan jî Erebî dibînin?
Jan Dost: Rehmetîya dêya min gelek caran çîrokên dînî ji min re digotin. Carekê ji caran çîroka Îsra û Mîracê ji min re got. Wê got ku li ezmanê nizanim çendan, li gorî çîrokên gelêrî, Pêxemberê Umetê -silavên Xwedê lê bin- rastî firişteyekê hat ku nîvê wê yê jorîn ji berfê bû û nîvê wê yê jêrîn ji êgir bû. Dêya min a rehmetî digot: “Ne êgir berf dihiland, ne jî berfê agir vedimirand.”

Bawer bike meseleya min jî ev e: Kurdîtîya min agir e lê nikare berfa Erebîtîyê bihilîne. Erebîtî jî nikare Kurdîtîya min vemirîne. Dixwazim vê jî bibêjim: Dêya min heta temenê heft salî jî Kurdî nizanibû, her bi Erebî dipeyivî.
Sirgûnîya 26 Salan
SANA Kurdî: Çima hûn wergera berhemên xwe yên Kurdî naspêrin kesekî din; çima hûn bi xwe werdigerînin Erebî?
Jan Dost: Ji ber ku werger berî her tiştî emanet e. Dilê min li kesekî din rûnanê. Lê vê dawîyê, ji ber hin kêşeyên tendurustîyê mîna kêmîtîya dîtina çavan, êdî divê hin kesên din romanên min wergerînin.
SANA Kurdî: Gaveke wekî ya SANAyê bi zimanê Kurdî, hûn çawa dibînin û çi hêvîyê jê dikin?
Jan Dost: Ev xewnek bû û pêk hatiye. Bi rastî, SANA bi Kurdî nedihate xeyala me. Ez spasîya we dikim, serkeftinê ji we re dixwazim û bi hêvîya gavên mezintir im.
SANA Kurdî: Hûn û rejîma Esed! Çima hûn ji Sûrîyê derketin û heta niha lê venegerîyane?
Jan Dost: Sala 2000î, piştî ku Hafiz Esed mir, kurê wî Beşar Esed dê bibûya serok. Min dît ku ez dê hîn qonaxeke dûr û dirêj di bin hikumdarîya mala Esed de bijîm. Min ev yek nepejirand. Min azadî dixwest. Loma, di 19ê Hezîrana sala 2000î de, hîn Beşarê revîyayî nebûbû serok, ez ji Sûrîyê derketim û hatim Almanyayê. Niha ez gelekî dixwazim vegerim. Min bêrîya welatê xwe kiriye; 26 sal ne hindik in. Ez xeyal nakim bê ka wê hevdîtina min û welêt çawa be.

Bîrewerîya Şer û Sûrîya Siberojê: Pirrengî Hêz e
SANA Kurdî: Berhemên we yên derbarê Şoreşa Sûrîyê de hene; têkilîya we bi her yekê ji wan re çawa ye?
Jan Dost: Belê, 4 romanên min derbarê şoreş û rewşa Sûrîyê di navbera salên 2014-2018an de hene. Min romana Xwîna li ser Minareyê ku derbarê Komkujîya Amûdê de bû ku ji alîyê YPGê ve qewimî, romana Memer Amin ku derbarê Efrînê de bû, romana KOBANÎ ku derbarê şerê li dijî DAIŞê bû û romana Otobûsa Kesk ku li ser karesata Helebê bû, nivîsîn. Otobûsa Kesk balê dikişîne ser wan sivîlên perîşan ên ku bûbûn êzingên şerekî dijwar û hestên şervan û malbatên wan ku divabû terka bajarê xwe bikin. Van romanan bala xwendevanên Ereb û Kurd gelekî kişand.


SANA Kurdî: Hûn Sûrîya nû çawa dibînin? Her weha hûn siberoja Kurdan û zimanê Kurdî li Sûrîyê çawa dibînin? Çi hêvîyên we ji wêjeya Kurdî di Sûrîya nû de hene?
Jan Dost: Ji bo min xewnek bû ku ez Sûrîyê bêyî desthilatdarîya malbata Esed û partîya Be’sê bibînim. Ev xewn niha bi saya xwîna gelek şehîdan pêk hatiye. Bi dîtina min, çiqas kêmasî hebin jî, divê mirov geşbîn be. Çima? Ji ber ku rejîmeke hovane mîna rejîma malbata Esed û Be’sê dubare nabe; ew qonaxeke hovîtîya bêsînor bû. Mixabin her kesek vê rastîyê nizane. Kêm kes dizanin ku hovîtîya rejîma berê heta kîjan astê bû. Ez bi xwe gelekî geşbîn im; Kurd dê cihê xwe di Sûrîya nû de bibînin.
Lê ez hêvî dikim ku zordarî dubare nebe. Bila hemû hemwelatîyên Sûrîyê hest bikin ku Sûrî ne û ev welat welatê wan e, bêyî ku tu kes pê bihise ku tê dûrxistin. Sûrîya nû bi pirrengîya xwe xurt e. Bi pejirîna min ji te û ya te ji min re. Ez hêvî dikim ku êdî em qonaxeke nû ya avakirin û toleransê dest pê bikin.

Hevpeyvîn: Ehemd Muaz Yaqûb, Kurmanc Elî