Şam – SANA
Hevdemî pîrozbahîyên bîranîna rizgarkirina Sûrîyê, Wezareta Çandê îro pêşbirkek ji bo nivîsandin û awazdanîna sirûda niştimanî da destpêkirin.
Wezaretê daxuyanîyek li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir û tê de şertên ku divê di nivîsên helbestî yên ku xwedîyên wan dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin de hebin, dîyar kirin; ku divê nivîs wate û nirxên rûmet, serkeftin, şehîd û yekîtîya niştimanî li xwe bigire.
Her wiha mercên pêşbirkê kêş (wezin) û rîtmê jî li xwe digirin, bi awayekî ku nivîs ji bo strana komî guncaw be bi rîtmeke herikbar û rêkûpêk, ligel zelalî û gelêrîbûnê, da ku nivîs di navbera kûrahîya wêjeyî û hêsanîya jiberkirin û gotinê de be.
Wezaretê dîyar kir ku dema dawî ya şandina nivîs, awaz û berhemên amade 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an e, bi rêya emaila: Nasheed@moc.gov.sy.
