Cizîrê– SANA (Taybet)
Bi vexwendineke fermî ji Zanîngeha Şirnexê, akademîsyenê Kurdê Sûrî Dr. Ehmed Hesen, Serokê Beşa Aborîya Îslamî li Fakulteya Şerîetê ya Zanîngeha Şamê, beşdarî 4emîn Konferansa Navdewletî ya helbestvanê îrfanî yê Kurd (Melayê Cizîrî) bû. Konferans 28-29ê vê heyvê li Otêla Dedeman a bajarê Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê li başûrê rojhilatê Tirkîye hate lidarxistin.
Dr. Hesen spasîya zanîngeha mêvandar kir ji bo vê vexwendinê û giringîya danasîna vî zana û helbestvanê mezin ê cîhana Îslamî destnîşan kir, ku helbestên wî di zimanê Kurdî de bi helbestên Îbn El-Farid ên di zimanê Erebî de têne berawirdkirin.

Di axaftina xwe de, Dr. Hesen amaje bi giringîya wergerandina vê berhemê û berhemên mîna wê bo zimanê Erebî kir û dîyar kir ku Dîwana Melayê Cizîrî berê li bajarê Qamişloyê di du cildan de bo Erebî hatiye wergerandin û çapkirin û hin wergerên din jî hene. Lê belê, li gorî wî, wergera herî giring a bo Erebî, werger û şîroveya Şêx Mihemed Emîn El-Farûqî ye ku navê (Minhet El-Mennan fî Şerh Elfaz we Rumûz El-Dîwan) lê kiriye.
Ev şerh hîn destnivîs e û li benda çapkirinê ye. Farûqî ew wergerandiye Erebî û wateyên kûr û mebestên Cizîrî ji îşaretên navborî ronî kirine. Her wiha pêşekîyek nivîsandiye ku tê de têgehên hinek term, îstîare û îşaretan zelal kirine û cûreyên helbestên Dîwanê dabeşî sê beşan kirine: Sulûk û meqam, zanistên tesewifê û nasîna wan û xezelyat. Wî axaftina xwe derbarê destnivîsê de bi ravekirina rêbaza xwe ya di werger û şîroveyê de bi dawî anî.

Dr. Hesen ji SANAyê re kêfxweşîya xwe bi vê beşdarîyê anî ziman û pesnê alîyê organîzator ê vê konferansa giring da. Her wiha spasîya beşdaran kir ji bo balpêdana wan bi vê şerha destnivîs a ku bi wergera Erebî re ye. Wî hêvîya xwe nîşan da ku ev şerh û werger were çapkirin da ku zanist û rewanbêjîya tê de tenê ji bo Kurdîzanan nemîne, lê divê li seranserê cîhana Îslamî sûd jê were wergirtin.
Dr. Hesen got: “Dîyar bû ku ev Dîwan di zanista tesewifê de pir giring e û li ser şêwaza Dîwana Îbn El-Farid e. Hîn pêwîstîya wê bi şîrovekirina wateyên îşarî û koka wan a şerî’ heye. Dibe ku destnivîsa bavê min Mela Mihemed Emîn (Xwedê jê razî be) di vî warî de gavake mezin avêtibe.”

Hêjayî gotinê ye ku helbestvan Ehmedê Cizîrî (977-1050 Koçî/ 1570-1640 Zayînî) ku wekî Melayê Cizîrî tê naskirin, yek ji giringtirîn helbestvanên Kurdî ye û kevntirîn helbestvanê Kurd e ku Dîwana wî bi temamî gihîştiye me. Dîwan gelek caran li seranserê cîhanê bi Kurdî hatiye çapkirin û bo gelek zimanan, di nav de çend wergerên bo Erebî, hatiye wergerandin.


