Şam – SANA
Li hola dramayê ya Operaya Şamê, konsereke pîyanoyê ji hêla du pîyanîstên ve, Marina Bohaychuk yê Ukraynî, û Tariq Dawud yê dî Sûrî, hat lidarxistin. Wan di nav coş û karvedankeke mezin a temaşevanan de, berhemên navneteweyî ji Vivaldi bigire heya Dvořák û Brahms, pêşkêş kirin.
Bohaychuk ji alîyê xwe ve rave kir ku armanca ew bû ku em bi rêya “dîyalogek di navbera du pîyanîstan de” dilê cemaweran xweş bkin û wekû yek gewdeyî xuya bibin. Dawud jî tekez kir ku awazên bijartî hestên mirovan werdigerînin û kêfxweşîya gelê Sûrîyeyê nîşan didin.
Hêjayî gotinê ye ku ev şevbuhêrk beşek ji bernameya Operayê ye ku muzîka navneteweyî pîroz dike.
