Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Hunermend Welîd Jano li Şamê berhemên xwe yên bi ahenga rengîn pêşkêş kir.
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Nûçeya lezgîn:
Serok El-Şeri’ Geşedanên Rewşa Sûrîye û Herêmê bi Barzanî re Gotûbêj Kir
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Çand û Huner > Hunermend Welîd Jano li Şamê berhemên xwe yên bi ahenga rengîn pêşkêş kir.

Hunermend Welîd Jano li Şamê berhemên xwe yên bi ahenga rengîn pêşkêş kir.

2025/09/10
4 months ago

Şam-SANA

Hat ragihandin li Galeriya Mala Hunerê ya ku  li Şamê vebû ji teref Hunermend Welîd Jano ve berhemên rengîn hatin pêşkêşkirin.

Tabloyên di pêşangeha hunermendê dîtbarî Welîd Jano de, ku doh li Galeriya Mala Hunerê ya li Şamê vebû, girêdanek kûr di navbera peyvên îfadeker, muzîka dilşewat û giyanê hunera dîtbarî de nîşan didin.

Hat hînbûn di pêşangeha bi navê “Ev Tenê Rêzgirtinek e” de ji bo rêzgirtineke hunerî ya ji bo hunermendê nemir Ziyad Rehbanî 39 tablo hatin pêşkêşkirin. Hat dîtin tabloyên Jano peyv û melodiyên Ziyad di cûrbecûr şêwazan de, ji ekspresyonîzmê bigire heya realîzmê û abstraksiyonê, temsîl dikirin.

Tabloyên ku ji stranan îlham girtine.

Hunermend Jano derbarê pêşangeha tabloyan de ji daxuyanîyeke da peyamnêrê SANAyê. Jano  di daxuyanîya ku da de balan kişand li ser wî tiştê ku ji berhemên wî re bûne îlham û got ku têkiliya wî bi Ziyad re ne rasterast şexsî ye, lê belê hunerî û giyanî ye. Gotin û stranên wî ji bo wî çavkaniyek îlhamê ya domdar bûne, û ew teşwîq kirine ku tabloyên ku ji stranên wî îlham girtine bi karanîna şêwaz û teknîkek ku pêvajoya dîjîtal û destan bi hev re dike yek, boyaxên akrîlîk li ser kanav û dar bikar tîne, û kaxezê metalîk zîv û zêrîn bikar tîne, pêk bîne.

Jano di berdewama daxuyanîya xwe de got ku cûrbecûr şêwazên hunerî di pêşangehê de ji paşxaneya wî ya di grafîk û ragihandina dîtbarî de tê, ku dihêle ew her ramanek muzîkê bi awayekî dîtbarî ya cihêreng îfade bike.

Berhemên ku bi bîranînan tijî ne.

Derbarê tabloyên ku di pêşengahê de hatin weşandin de ji teref Serokê Yekîtiya Hunermendên Bedew ên Sûrî, Mihemed Subhî el-Seyîd Yahya ve jî daxuyanîyek hat belavkirin. Yahya  heyraniya xwe ji bo berhemên ku wî di pêşangehê de dîtin anî ziman, û bal kişand li ser dewlemendiya bîranîn û bedewiya mirovan a wan. Yahya her wilo derbarê tabloyan de hestên xwe wisa anî zimên: “Berhem di hundirê xwe de kûrahiya bîranînên çend nifşan û rewşeke mirovî ya xweşik, bi paletên rengîn ên ecêb û xwendinek pir bandorker ku temaşevan dikişîne li ser xwe, dihewînin.”

Rêvebera galeriyê Rania Obeid jî behsa konsepta pêşangehê kir. Obeid got ku tablo wekî tevlîheviyek hunerî û muzîkî ku nostaljiya ji bo berhemên Ziyadê rehmetî nîşan didin. Obeid her wisa got tablo bi hunermend Jano re têkilî danîne, ku wan dûre dest bi weşandina tabloyên ku vê xemgîniyê nîşan didin kirine. Piştre wan biryar da ku pêşangehek bi konsereke ku stranên Ziyadê tê de hebin, ku hefteyek şûnda were lidarxistin, organîze bikin, ku hestên nostaljî û dilsoziyê tê de bên nîşandan.

Walid Jano Kî ye?

Hunermend Welîd Jano di sala 1963yan de li Şamê ji dayik bûye. Di sala 1985an de ji Beşa Dîzayna Grafîk û Ragihandina Dîtbarî ya Fakulteya Hunerên Bedew mezûn bûye. Wî di warê dîzayn û çapkirinê de xebitî û di salên 1990î de projeya “Huner ji bo Hemûyan” pêşkêş kir, ku deh hunermendên Sûrî anî cem hev û bi rêya hevkariyên bazirganî serkeftinek berfireh bi dest xist. Ji sala 2020an vir ve, Jano giranîya xwe daye li ser tabloyan, û berhemên ku ji gotinên stranên Ziyad Rehbanî îlham girtine ku ew vê yekê wekî lûtkeya îfadeya xwe ya hunerî ya niha dibîne.

Di Bîranîna Cejna Rizgarîyê de, Wezareta Çandê Pêşbirka Nivîsandin û Awazdanîna Sirûda Niştimanî Da Destpêkirin
Wêjevanên Sûrî: Xurtkirina Aştîya Civakî Bingeha Avakirina Welêt e
Sazîya Sînemaya Giştî Festîvala “Fîlmên Şoreşa Sûrîyeyê” li Operaya Şamê Da Destpêkirin
Koroya Gardenya ji bo Aştîyê li Tertûsê Distrê
Tertûs ligel “Korala Urciwan”ê Kêfxweşîya Xwe bi Muzîk û Kevnetorê Dîyar Dike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:ŞamêWelîd Jano
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Lêkolîn: Ji ber Guherîna Keşûhewayê, dibe ku li Ewropayê havîn di sala 2100an de zêdetirî mehekê dirêj bike

2 hours ago

Zanîngeha Şamê Bernameya Mastera Derûnnasîya Klînîkî Dide Destpêkirin

2 hours ago

Fîdan Tekezîyê li ser Peydakirina Ewlehî û Aramîyê ji bo Xweşkirina Jîyana Gelê Sûrîyê Dike

2 hours ago

Whatsapp Taybetmendîyên Nû ji bo Baştirkirina Ezmûna Komên Hevpeyvînê Dide Destpêkirin

2 hours ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?