Şam – SANA
Wezareta Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê, ragihand ku ew ê xizmetên veguhastina navxweyî, bi hemû otomobîlên veguhastina giştî yên dewletê li tevaya parêzgehan roja Duşemê, 8ê Kanûna Pêşîn a 2025an belaşpêşkêş bike, bi helkefta pîrozkirina bîranîna Cejna Rizgarkirinê.
Wezaretê di biryarekê de ku kopîyek jê gihîştiye SANAyê, dîyar kir ku armanca biryarê hêsankirina tevgera welatîyan û peydakirina derfetên bêhtir e ji bo beşdarîyê di çalakîyên neteweyî yên roja rizgarkirinê de bikin.
Înîsiyatîfa peydakirina xizmeta veguhastina navxweyî ya bêpere, yek ji hejmareke tedbîrên hikûmetê yên sembolîk e di bîranîna Cejna Rizgarkirinê de,ji ber ku di vê rojê de çalakîyên gelêrî yên berbiçav hene.