Şam-SANA
Fakulteya Wêjenasîyê ya Zanîngeha Şamê, ji bo tekezkirina li ser parastina karmendên zanîngehê û misogerkirina jîngeheke perwerdeyê ya ewle, bi beşdarîya karmendên hînkirinê, îdarî û xwendekaran, metîngeke piştgirîyê li dar ket.
Metîng piştî êrîşa çekdarî ya li ser Serokê Fakulteyê, Elî El-Lehham, pêk hat.
Li gor agahîyan, Ewlekarîya Navxweyî gumanbar girtin û ew ji bo lêpirsînê şandin bal alîyên peywendîdar.
Beşdaran tekez kirin ku pêwîst e rûmeta karmendan were parastin û nirxên akademîk werin rêzlêgirtin.
Wezîrê Xwendina Bilind, ji alîyê xwe ve bûyer şermezar kir û tekezî li ser redkirina her binpêkirina dijî pîrozîya zanîngehan an ewlehîya karmendên wan kir.