Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şara, biryarnameya hejmar (195) ya sala 2025 ya derbarê tevlêkirina Fakulteyên Zanîngeha Helebê yên li deverên rizgarkirî di nav Zanîngeha Helebê de, derxist.
Di deqa biryarnameyê de weha hatiye:
Serokê Komarê
Li gorî yasayên ragihandina destûrî û yasayên birêxistina zanîngehan ya hejmar (6) ya sala 2006an û lîsteya wê ya cîbicîkar û guhertinên wan, ev biryar tên dayîn:
Madeya (1): Fakulteyên Zanîngeha Helebê yên li Deverên Rizgarkirî tevlî Zanîngeha Helebê dibin.
Madeya (2): Hejmara kesên Fakulteyên Zanîngeha Helebê li Deverên Rizgarkirî, tevlî hejmara Zanîngeha Helebê dibe.
Madeya (3): Endamên Desteya Hînkirinê yên Zanîngeha Helebê li Deverên Rizgarkirî bo Zanîngeha Helebê tên veguhestin û rewşa wan bi biryarekê ji Encumena Xwendina Bilind tê serrastkirin.
Madeya (4): Karmendên rêvebir ên Zanîngeha Helebê li Deverên Rizgarkirî bo Zanîngeha Helebê tên veguhestin û rewşa wan bi biryarekê ji Wezîrê Xwendina Bilind û Vekolînên Zanistî tê serrastkirin.
Madeya (5): Rênimayên cîbicîkirinê yên vê fermanê bi biryarekê ji Wezîrê Xwendina Bilind û Vekolînên Zanistî derdikevin.
Madeya (6): Ev ferman tê belavkirin û kesên ku wê cî bi cî bikin tên agahdarkirin.
Ehmed El-Şara
Serokê Komara Erebî ya Sûrîyê