Şam-SANA
Piştî navbereke ku nêzîkî 14 salan dom kir, yekemîn geşta esmanî ya rasterast ji Balafirgeha Berlînê ya Almanyayê ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ve bi rêya kompanya “Sundair” dest pê kir.
Ev pêngav bi amadebûna Kargerê Karûbarên Balyozxaneya Sûrîyê li Berlînê, Mihemed Bera Şukrî, pêk hat. Lidarxistina vê geştê wekî destpêkirina dubare ya girêdana esmanî ya rasterast û vejandina peywendîyên veguhastinê yên di navbera her du paytextên Sûrî û Almanî de tê hesibandin.




