Terablus-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, îro Yekşemê li Terablusa paytexta Lîbyayê, di warê hevkarîya dualî di navbera Komara Erebî ya Sûrîyê û dewleta Lîbyayê ya bira de, peymanek îmze kir. Armanca peymanê çalakkirin û sererastkirina rêkeftina berê ya Komîteya Bilind a Hevbeş e, bi awayekî ku ligel pêşhateyên sîyasî yên li her du welatan li hev bike.
Ji alîyê Lîbyayê ve karbidestê Wezareta Derve û Hevkarîya Navdewletî Tahir El-Ba’ûr, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Yekîtîya Niştimanî Ebdilhemîd El-Debîbe, peyman îmze kir.
Her wiha El-Şeybanî bi El-Baûr re rêyên xurtkirina têkilîyên biratîyê yên di navbera her du welatan de û pêşxistina asoyên hevkarîya dualî di warên curbecur de gotûbêj kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevpar bike.
Di daxuyanîyekê de ji bo rojnamevanan piştî hevdîtinan, El-Şeybanî piştrast kir ku serdana wî bo Terablusê dibe handanek ji bo pêşxistina têkilîyên Sûrî-Lîbî. Her wisa dîyar kir ku ev pêwendî li ser gelek astên cuda cuda, dîrokî û kokdar in, û di hemû waran de xwedî çarçoveyên hevkarîyê yên gelekî berfireh in.
Ji alîyê xwe ve, Karbidestê Wezareta Derve û Hevkarîya Navdewletî tekez kir ku têkilîyên Lîbî-Sûrî di dirêjahîya dîrokê de resen û kûr in, û jinûvevekirina Balyozxaneya Sûrîyê li Terablusê gaveke erênî ye ji bo vegerandina van pêwendîyan bo rêça wan a asayî û pêşxistina wan.
