Waşington-SANA
Cîgira Nûnerê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî “Tammy Bruce”, piştrast kir ku rakirina navê Sûrîyê ji lîsteya dewletên piştevanên terorê ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve destkefteke dîrokî ye, ku ev yek naskirina pêşketina berbiçav a ku Hikûmeta Sûrîyê di warên sîyasî, mirovî û ewlehîyê yên xwedî pêşgavî de pêk tîne, nîşan dide.
Di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê ku li ser malpera Wezareta Derve ya Amerîkayê hat weşandin, Bruce got: “Li kêleka gera 81emîn a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, em bang li hemû dewletên endam dikin ku bi rengekî watedar ligel Hikûmeta Sûrîyê têkilîyê deynin ji bo piştgirîkirina Sûrîyeke aram, ewle û geşbûyî.”