Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’, ji ber koça dawî ya Cenabê Şah Haraldê Pêncem, sersaxî û hevxemîya xwe ya jidil pêşkêşî malbata şaneşînê, hikûmet û gelê Şaneşîna Norweçê kir.
Serok El-Şeri’ bi rêya platforma “X”ê îro Înê got: “Ez di vê karesata biêş de, hevxemîya xwe bo gelê Norweçê yê dost û hevsozîya xwe ya jidil bo Şaneşîna Norweçê û gelê wê tînim ziman.”
Padîşahê Norweçê Haraldê Pêncem, padîşahê herî danemir ê Ewropayê, îro di 89 salîya xwe de koça dawî kir. Li gorî daxuyanîya Koşka Padîşahîyê, dê kurê wî mîrzadeyê cînișîn, Mîr Hakonê 53 salî, jixweber cihê wî bigire.
Koşka padîșahîyê ya Norweçê di daxuyanîyekê de li ser malpera xwe ya fermî ragihand: “Bi kul û kesereke mezin, em koça dawî ya Cenabê Padîşah Harald îro radigihînin. Padîşah Harald roja Înê 28ê Tebaxê, saet 6:35ê sibehê, li Nexweşxaneya Zanîngeha Osloyê bi aramî canê xwe ji dest da.”