Îslamabad-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, di çarçoveya serdana wî ya dîrokî ji bo Pakistanê de, îro Pêncşemê, li Îslamabadê paytexta Pakistanê, civînek bi Wezîrê Navxwe yê Komara Îslamî ya Pakistanê Muhsin Neqwî re li dar xist.
Di hevdîtinê de hejmarek dosya û mijarên cihê girîngîya hevpar hat nirxandin, her wiha xurtkirina hevkarîyê di warên pêwendîdar de hat gotûbêjkirin, bi awayekî ku beşdarîyê di sepandina ewlehî û aramîya herêmê de bike. Di wê civînê de, geşedan û guherînên herî dawî yên herêmî û navdewletî jî hatin nirxandin.

