Îslamabad-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî li Îslamabadê paytexta Pakistanê, ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Pakistanê Mihemed Îshaq Dar civîya.
Di civînê de rêyên bihêzkirina pêwendîyên dualî yên di navbera her du welatan de û geşepêdana hevkarîya hevbeş di warên cuda cuda de hatin gotûbêjkirin. Her wiha pêşhatên herêmî û navdewletî û hewldanên ji bo piştgirîya ewlehî û aramîyê li herêmê hatin nirxandin.





