Enqere-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es`ed Hesen El-Şeybanî îro Pêncşemê li Enqereya paytexta Tirkîyê bi hevtayê xwe yê Tirk Hakan Fidan re civîya.
Di hevdîtinê de rêyên xurtkirina peywendîyên dualî yên navbera her du welatên dost hatin nirxandin.
Her wiha li ser avakirina “Encumena Hevahengîya Bilind” a di navbera Sûrîye û Tirkîyê de lihevkirin hat kirin.
Di heman demê de lezkirina çalakkirina “Komîteya Çar Deryayan”, pêşxistina projeya girêdana rêya hesinî û geşedanên herî dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Hêjayî gotinê ye ku El-Şeybanî îro sibehê ji bo serdaneke kar gihîştibû Enqereyê da ku bi Fidan re mijarên xwedî berjewendîyên hevpişk gengeşe bike.