Şam-SANA
Rêveberê Hevkarîya Navneteweyî li Sazîya Giştî ya Radyo û Televîzyonê Bera Osman piştrast kir ku peymana ku Sazîyê bi Sazîya Weşana Navneteweyî ya Koreyî “Arîrang”ê re îmze kiriye, qonaxeke nû ya vebûna erênî di navbera her du welatan de nîşan dide.
Armanc jê sûdwergirtina ji serpêhatiya Koreyî ye ku di warên perwerde, ragihandin, drama û çêkirina naverokê de bandoreke cîhanî bi dest xistiye.
Îro Çarşemê, Osman di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê ragihand ku ev peyman pêngava yekem ber bi pevguhertina bernameyan ve ye, bi rengekî ku piştevanîyê bide dewlemendkirina naveroka ragihandinê û xurtkirina peywendîyên çandî.
Bi taybetî ku bernameyên sazîya Koreyî, wekî bernameyên zarokan, li seranserê cîhanê belav bûne. Her wiha Osman bal kişand ser pêşketina teknîkî ya Koreya Başûr.
Navborî li dawîya axaftina xwe da zanîn ku Sûrîye dixwaze mifayê ji van pisporî û ezmûndarîyan wergire da ku sektora medyaya niştimanî pêş bixe û bi pêşketinên teknîkî û pîşeyî yên cîhanî re bimeşe, piştî çendîn salên zehmetîyên ku bandor li ser karê ragihandinê û nûkirina binesazîya wê kiribûn.