Şam-SANA
Wezareta Karên Derve û Koçberan a Sûrîyê, ji dil û can sersaxîya dewleta Kuweytê bi hikûmet û gelê wê ve kir, piştî şehîdbûna du leşkerên artêşa wê di dema pêkanîna erkên xwe yên neteweyî de.
Wezaretê di daxuyanîyekê de, tekez kir ku Komara Erebî ya Sûrîyê bi temamî piştgirîya dewleta Kuweytê wek welatekî bira dike. Her wiha wezaretê hêvîya saxbûna bilez ji birîndaran re xwest, û lav û du’a ji Xwedê kirin ku rehma xwe li şehîdan bike û sebr û aramîyê bide malbatên wan.