Bruksel-SANA
Encumena Yekîtîya Ewropayê (YE), îro Duşemê, biryar da ku wezaretên parastinê û navxwe yên Sûrîyê ji lîsteyên cezayên Ewropî derxe. Di heman demê de, cezayên ku li ser kes û sazîyên girêdayî rejîma berê hatibûn birîn, heta 1ê Hezîrana 2027an nû kirin.
Encumena YEyê îro di daxuyanîyekê de got: “Biryar hat girtin ku 7 sazîyên Sûrî ji lîsteya cezayan werin derxistin, di nav de wezaretên parastinê û navxwe; ev biryar bi armanca xurtkirina hevbeşîya YE bi Sûrîyê re hat dayîn.”
Encumena navhatî her wiha dîyar kir ku YE dibîne ku torên girêdayî rejîma Esed hîn jî xwedî bandor in, metirsîyê li ser proseya veguhastinê çêdikin û astengîyan dixin pêşîya hewldanên bidestxistina lihevhatina niştimanî û lêpirsînê.
Mal û milkên kesên di lîsteyê de hatine cemidandin, û li ser welatî û kompanyên YE qedexe ye ku tu piştgirîya darayî bidin wan. Her wiha qedexeya geştê li ser wan kesan heye, ku nahêle ew derbasî welatên YE bibin an di nav wan re derbas bibin.