Rîyad-SANA
Wezîrê Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê Mihemed Enceranî îro Sêşemê li bajarê Rîyadê, bi Emîndarê Herêma Rîyadê Mîr Feysel bin Ebdilezîz bin Eyaf re civîya. Di civînê de Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Sûrîyê li Erebistana Siûdî Muhsin Mehbaş jî amade bû.
Di dema hevdîtinê de, rêyên xurtkirina hevkarîyê di warên rêveberîya xwecihî û plansazîya bajarvanîyê de hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevbeş bike.
