Hewlêr – SANA
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro înê 30ê Kanûna Paşîn a 2026an, daxuyanîyek derbarê lihevkirina navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê belav kir, ku ev e teksta wê:
Em pêşwazîyê li lihevkirina îmzekirî ya navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê dikin, û em hêvîdar in ku ev yek bibe gava yekem ber bi berfirehkirina rêya têgihiştinê, bi awayekî ku bibe sedema çespandina aştî, azadî, aramî û geşepêdanê li seranserê Sûrîyê, bi taybetî li herêmên Kurdî.
Her wiha em hêvî dikin ku ev lihevkirin bibe bingehê sereke ji bo misogerkirina mafên rewa yên hemû pêkhateyên Sûrîyê, û rê xweş bike ji bo vegera birûmet a penaberan bo ser mal û milk û herêmên wan ên resen.
Di heman demê de, em şanazî û serbilindîya xwe bi rola piştevan a gelê Kurdistanê li seranserê cîhanê tînin ziman, bi taybetî hewldanên berçav ên Cenabê Serok Mesûd Barzanî, di kêmkirina rageşîyan û çespandina rêya dîyalogê wekî baştirîn rê ji bo çareserkirina bingehîn a pirsgirêkan.
Her wiha em rola Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û rêveberîya wî, nûnerên wî, Kongres û welatên dost bilind dinirxînin û qedrê wan digirin, di piştgirîkirina hewldanên bidawîkirina rageşîyan de û piştgirîkirina mafên rewa yên hemû pêkhateyên Sûrîyê û beşdarbûna di pêkanîna aramîyê de li herêmê.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
30ê Kanûna Paşîn 2026