Waşington-SANA
Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku hêzên Amerîkî bi Hikûmeta Sûrîyê re hevkarî kirine daku terorîstên ku ji girtîgeha Şedadê ya li başûrê Hesekê revîyabûn, bigirin.
Trump di daxuyanîyekê de ji bo rojnameya Amerîkî ya “New York Post”ê got: “Hewldana reva ji girtîgehê hebû û me ligel Serokê Sûrîyê Ehmed El-Şeri` û Hikûmeta Sûrîyê kar kir û me girtî desteser kirin; ew ji terorîstên herî tirsnak ên cîhanê ne û hemû ji Ewropayê ne.”
Rêxistina HSDê duh endamên rêxistina terorîst a DAIŞê ji girtîgeha Şedadê berdabûn, berî ku hêzên Artêşa Sûrîyê derbasî bajêr bibin û ewlehîya girtîgehê û derdora wê dabîn bikin.
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê, rêxistina HSDê bi temamî berpirsîyar dît li ser berdana endamên rêxistina DAIŞê ji girtîgehê û tekez kir ku ji bo jinûve kontrolkirina herêmê çi pêwîst be, dê bike.