Parîs-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî li Parîsa paytexta Fransayê bi hevtayê xwe yê Fransî Jean-Nool Barrot re civîya.
Her du alîyan mijarên xwedî berjewendîya hevpar û rêyên xurtkirina hevkarîyên stratejîk ên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin, her wiha amadehîya Fransayê ji bo vegera kompanyên wê da ku li Sûrîyê bixebitin hat gengeşekirin.
Barrot pabendbûna welatê xwe bi piştgirîkirina Sûrîyê di pêvajoya geşepêdan, jinûveavakirin û başbûna aborî de, her wisa xurtkirina hevkarîya hevpar di hemû waran de piştrast kir.