Şam-SANA
Li kêleka konferansa ku li Dohaya paytexta Qeterê hat lidarxistin, şandeya Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê ya bi serokatîya serokê desteyê Amir El-Elî, bi şandeya Îraq û Libnanê re, yên ku beşdarî di xebatên xula 11emîn a Konferansa Dewletên Endamên Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li Dijî Gendelîyê bûn, mekanîzmayên hevkarî û hevrêzîyê di warên têkoşîna li dijî gendelîyê û vegerandina malên hatine birin de gotûbêj kirin.
Di her du hevdîtinan de, behsa rêyên pevguhertina pisporîyê di navbera Enstîtuya Taybetmend a Çavdêrî û Pişkinînê li Sûrîyê û Akademîya Îraqî ya Têkbirina Gendelîyê de hat kirin. Her wiha mekanîzmayên şopandina qanûnî ji darayîya hatiye talankirin re hat gotûbêjkirin, bi armanca pêşxistina şîyanên sazîyan û xurtkirina xebata hevbeş.
Xula 11emîn a konferansê (COSP11) li Dohayê di navbera 15e û 19ê Kanûnê de, bi beşdarîyeke berfireh a dewletên cuda bi rê ve çû. Ev konferans platformeke navdewletî ya girîng e ji bo gengeşekirina kêşeyên gendelîyê û ronîdana ser mijarên herî lezgîn, tevî xurtkirina hevkarîya navdewletî û yekirina kar û xebatê ji bo bicîanîna encamên kartêker li ser asta cîhanê.




