Waşington-SANA
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûrîyê Thomas Barak, îro êrîşa terorî ya li ser hêzên ewlehîyê yên Sûrîyê û hêzên Amerîkî li nêzî bajarê Tedmurê, di dema pêkanîna gereke meydanî ya hevbeş de, bi tundî şermezar kir.
Barak li ser hesabê xwe yê Xê got: “Ez kemîna terorîst a tirsonek ku dewrîyeke hevbeş di navbera hêzên Amerîkî û hêzên hikûmeta Sûrîyê de li naverasta Sûrîyê kir armanc, bi tundî şermezar dikim.” Barak xemgînîya xwe ya kûr ji bo jidestdana sê endamên hêzên Amerîkî û sivîlan anî ziman.
Hêzên ewlehîyê yên Sûrîyê û hêzên Amerîkî duh, li nêzî bajarê Tedmurê di dema pêkanîna gereke meydanî ya hevbeş de rastî gulebarana çekdarekî hatin, di encamê de du leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl hatin kuştin û du endamên ewlehîya Sûrîyê jî birîndar bûn.