Şam – SANA
Şandeya Brîtanî îro li ser hesabê xwe yê Xê got: “Piştî salek di ser rûxandina Esed re derbas bû, çîrok hîna tije hêvî ye, Brîtanya bi piştgirîya rêwîtîya Sûrîyê ber bi aştî, geşedan û aramîyê ve ji bo hemû Sûrîyan, pabend dimîne.”
Her wiha Balyozxaneya Azerbaycanê jî li ser hesabê xwe yê Xê wiha got: “Di rojeke wek îro de, berî salekê cîhan bû şahida vegera Şamê li xwedîyên wê, vegera maf li xwedîyên xwe, û xilaskirina wê ji zilm û sûcan. Gelê Sûrîyê yê dost fedakarîyên mezin dan.”
Gelê Sûrîyê îro salvegera yekemîn a rizgarkirina Sûrîyê ji rêjîma rûxîyayî pîroz dike, da ku kêfxweşî û hêvîya xwe ji bo siberojeke geş ji welatê xwe re bînin ziman.