Şam – SANA
Balyozxaneya Qeterê li Şamê, bi helkefta Cejna Rizgarîyê pîrozbahî li serkirdayetî û gelê Sûrîyê kir.
Balyozxaneya Qeterê li ser hesabê xwe yê (X)ê wiha got: “Ji kûrahîya dil pîroz be li Sûrîya ku di dil de bû û dê her di dil de bimîne. Sûrîya ku di rojeke weke îro de şa bû û Ereb, Misilman û hemû azadixwazên cîhanê bi azadî û xilasîya xwe şa kirin, da ku dest bi serdema başbûn û avakirinê bike.”
Îro gelê Sûrîyê salvegera yekem a rizgarkirina Sûrîyê ji rêjîma rûxîyayî pîroz dike. Bi sed hezaran welatî ji saetên sibehê ve daketin qadan da ku beşdarî vê boneyê bibin û kêfxweşî û hêvîya xwe ji bo siberojeke geş û tijî aştî, azadî û pêşketinê ji welatê xwe re bînin ziman.