Serok Ehmed El-Şeriʼ îro li Koşka Gel li Şamê pêşwazîya şandeyekê ji endamên Encumena Ewlehîyê ya Navdewletî û hejmarek berpirsên Neteweyên Yekbûyî kir, bi amadebûna hejmarek wezîrên hikûmeta Sûrîyê.
Nûnerên welatên endam di Encumena Ewlehîyê de, îro sibehê di serdaneke fermî de ku ev yekemîn car e bi vî rengî ji bo Sûrîyê pêk tê, gihîştibûn derîyê sînorî yê Cideydet Yabûs li gundewarê Şamê ku ev serdan hevdem e bi salvegera yekemîn a Rizgarkirina Sûrîyê re.






