Vîyena-SANA
Dozgerîya Awistiryayê bi fermî du efserên berê yên Sûrîyê, Emîd Cemal El-Helebî û Muqeddem Musʼeb Ebû Rukbe, bi pêkanîna binpêkirinên sîstematîk ên giran li dijî girtîyên sivîl li Reqayê di navbera salên 2011 û 2013an de tawanbar kirin. Ev tuhmetbarkirin piştî deh salan ji lêpirsînên bi beşdarîya kesin rizgarbûyî û rêxistinin mafnasî pêk hat, û ta niha 21 qurbanî hatine naskirin.
Her du tuhmetbar ji bo daxwaza penaberîyê hatibûn Awistiryayê. Li wê derê qurbanîyên ku berê li ser destên wan hatibûn îşkencekirin ew nas kirin, bi taybetî Mihemed El-Hac yê ku di sala 2012an de li şaxê Ewlekarîya Dewletê hatibû girtin û îşkenceya giran li dijî wî hatibû bikaranîn.
Di sala 2014an de piştî El-Hac giha Awistiryayê, li navendeke penaberîyê Ebû Rukba dît û dozek li dijî wî vekir, paşê hat naskirin ku El-Helebî jî li Awistiryayê ye.
Parêzer Esîd El-Mûsa û tîmên mafên mirovan, di komkirina delîlan û belgekirina şahidhalîya kesên rizgarbûyî, wêne û raporên bijîşkî de beşdarî bûn, ev yek bû alîkar ku dadwerîya Awistiryayê dozeke berfireh û tekûz li gor piransîba dadwerîya cîhanî li dijî wan ber hev bike.
Dozgerîya Giştî piştrast kir ku dadgehkirin berdewam e, û ew gaveke girîng e ji bo darizandina sûcdarên binpêkirinan.
El-Hac û qurbanîyên din hêvîdar in ku ev doz rê li ber eşkerekirina çarenûsa girtîyan û kesên windayî veke, û mafê Sûrîyan ê rewa biçesipîne, û got: “Em li rastî û rûmetê digerin, ne li tolhildanê.”