Dewha-SANA
Sûrîye bi awayekî bakêş di warê kevenetor û çandê de hate xuyakirin, dema pileya yekem di çalakîya “Roja Çandê” de ya ji hêla Zanîngeha Lusail ve li Taxa Çandê li Dewhaya paytexta Qeterê hate lidarxistin, bi dest xist.
Çalakîya ku zêdetirî 223 xwendekarên Zanîngeha Lusail tê de beşdar bûn, xwendekarên her welatekî tiştên têkildarî çanda xwe ya gelêrî bi şêwazekî balkêş û afrênerî û bicoş pêşkêş kirin
Wezareta Geştûguzarê ya Sûrîyê li ser kenala xwe ya Telegramê weha got: ʺDi beşê Sûrîyê de, xwendekaran bi awayekî jîndar bi rêya pîşeyên gelêrî û berhemên karê dest herweha bi dîlan, stiran û cilên kevnetorî û xwarinên resen ku pirrengîya Sûrîyê nîşan dida, çanda xwe dan naskirin.ʺ

Hêjayî gotinê ye ku Zanîngeha Lusail yekemîn zanîngeha neteweyî ya taybet e li Dewleta Qeterê, xebata wê bi rêya pêşkêşkirina bernameyên akademîk e, bi armanca pêşxistina karînên xwendekaran da karibin derbasî sûka kar a herêmî û navdewletî bibin û beşdarîyê di xizmeta civakê de di rêya geşepêdana domdar re bikin.