Wasșington-SANA
Wezareta Gencîneya Amerîkî duh ragihand ku navê Serok Ehmed El-Şeri’ ji lîsteya cezayên ku berê weşandibû, hatiye rakirin.
Wezaretê li ser malpera xwe ya înternetê dîyar kir ku wê navê Serok El-Şeri’ û Wezîrê Navxwe yê Sûrî Enes Xetab ji lîsteya kesayet û sazîyên qedexekirî ku ji alîyê Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Bîyanî ve hatibû weşandin, rakiriye.
Biryara Gencîneya Amerîkî kêmtirî 24 demjimêran piştî biryareke din a hevawa hat ku ji alîyê Encumena Ewlehîyê ya Navneteweyî ve hatibû girtin ji bo rakirina navê Serok El-Şeri’ û Wezîr Xetab ji lîsteya cezayên navneteweyî.
Biryar bi pêşwazîyeke berfireh a Erebî û navneteweyî hat pêşwazîkirin. Wezareta Karên Derve û Penaberan jî tekez kir ku ev biryar yekîtîya helwesta navneteweyî li hember piştgirîya aramîya Sûrîyê, yekîtîya axa wê, serwerî û serxwebûna wê ya sîyasî nîşan dide.