Belém – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’, serpereştîya şandeyeke hikûmetê ya bilind ku ji Wezîrê Derve Es’ed Hesen El-Şaybanî û Wezîrê Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê Mihemed ‘Enceranî pêk dihat kir, gihîşt bajarê Belém ê Brezîlyayê, da beşdarîyê di beşa serokatîyê ya Civîna Bilind a Keșûhewayê ya COP30 de bike. Li hola lidarketina civînê jî, ji alîyê Serokê Brezîlyayê Luiz Inácio Lula da Silva ve hate pêşwazîkirin.
