El-Mename-SANA
Wezîrê Karên Derve û Koçberan yê Sûrîyê, Esʼed Hesen El-Şeybanî, di gotara xwe ya li Foruma Dîyaloga Menameyê 2025 de, tekez kir ku Sûrîyê bi xurtî berê xwe daye aramî û geşepêdanê û xweşkirina rê li pîşîya veberhênanê, û dîyar kir ku aramî û ewlehî li Sûrîyê peyda bûye û ew niha bi awayekî kartêker beşdarîyê di şerê dijî terorê û jinavbirina madeyên hişbir de dike.
Her weha da xuyakirin ku nêrîna Sûrîyê ya pêşerojê li ser bingeha aramî û serwerîya yasayê û rêzgirtina li pirengîya çandî û dînî û diplomasîya hevseng ava dibe, û got: ʺEm naxwazin Sûrîye wek di dema rêjêma têkçûyî de be, bi alîyekî re be dijî alîyê dinʺ.
Wekî din jî, behsa avakirina Komîteya Wendayan û ya Dadwerîya Veguhêz jî kir, ji bo dabînkirina mafên xelkê û rêgirtina li pêşîya dubarebûna binpêkirinan, û bal kişand ser hilbijartinên perlemanî yên vê dawîyê ku bi awayekî zelal û bi beşdarîya gel di avakirina pêşeroja welatê xwe de bûn.