Enqere-SANA
Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mistefa tekez kir ku jinûveavakirina Sûrîyê pêvajoyeke pir-disîplînî ye, û rakirina cezayan dê şirketên li çaraliyê cîhanê han bide ku veberhênanê lê bikin.
Li kêleka beşdarbûna xwe di Forûma Cîhanî ya TRT 2025ê de li Stenbolê, El-Mistefa ji Ajansa Anadoluyê re dîyar kir ku Tirkîye bi welatên rojavayî, bi taybetî Amerîkayê re xwedî têkilîyên xurt û baş e û got: “Tirkîyeyê roleke erênî di qayîlkirina Serokê Amerîkî Donald Trump de ji bo rakirina cezayan lîst.”
Wezîrê Ragihandinê piştrast kir ku Tirkîye di pêvajoya jinûveavakirina Sûrîyê de piştgirîyê dide Sûriyê û got: “Piştî 14 salan, nexasim piştî hilweşîna rejîma berê, Tirkîye di rewşekê de ye ku dikare alîkarîya Sûrîyê bike.”
El-Mistefa dîyar kir ku jinûveavakirina Sûrîyê pêvajoyeke pir-disîplînî ye, û Wezareta Ragihandinê rolekê di avakirina piran di nav civaka Sûrî de lîstiye.
Di heman çarçoveyê de, El-Mistefa eşkere kir ku Wezaret li ser jinûveavakirina medyaya li ser bingehên objektîf û pîşeyî dixebite û got: “Em giranîyê didin ‘rojnamegerîya aştîyê’ .”
El-Mistefa tekez kir ku Hikûmeta Sûrîyê dizane ku wê gelek dabeşbûnên sîyasî û mezhebî ji dema rejîma berê mîrat girtiye, û erka Wezareta Ragihandinê ye ku Sûrîyan nêzî hev bike.
Wezîrê Ragihandinê duh beşdarî rûniştineke dîyalogê bû ku bi sernavê “Roja Nû ya Sûrîyê: Nexşerêya Jinûveavakirinê” bû, ev jî di çarçoveya çalakîyên Forûma Cîhanî ya TRT 2025ê de ku li Stenbolê pêk hat.