Şam – SANA

Odeya Pîşesazîyê ya Şamê û Gundewarê wê peymaneke lihevkirinê bi Encumena Norwêcî ya Penaberan re îmze kir ji bo pêşdebirina hevkarîyê di warê perwerdeya pîşeyî de û dabînkirina derfetên kar ji ciwanan re.
Serokê odeyê Mihemed Eymen El-Mewlewî, dîyar kir ku armanc ji lihevkirinê ew e ku ciwanên xwendina xwe bi dwaî dikin karibin derfetên kar bibînin, her weha kompanî û pêşangeh jî têkevin di xizmeta vê armancê de.
Ji hêla xwe ve, rêvebirê herêmî yê Encumenê, Federico Gachetti got ku welatê wî dê pabendîyê bi perwerdekirina xortan û dabînkirina mesrefa programan bike, û amaje kir ku kompanîya wan nimûneyeke hevkarîyê ye di nav sektora giştî û ya taybet de ji bo geşepêdana aborî û civakî li Sûrîyê.