Şam-SANA
Wezîrê Karê Derve û Koçberan, Es’ed El-Şeybanî, îro peywendîyeke telefonê ji hevtayê xwe yê ‘Umanî Bedir bin Hemed bin Hemmûd El-Bûs’êdî wergit, tê de têkilîyên di nav her du welatên bira de û rêyên pêşxistina wan û zêdekirina hevkarîyê di gelek waran de ku têkevin di bercewendîya her du gelên bira de, gotûbêj kirin.
Her du wezîran, têkilîyên xurt ên di nav Sûrîye û ‘Umanê de heyî tekez kirin, ku her du alî jî pir giringîyê didin berdewamîya hevkarî û şêwirdarîyê di kêşeyên hevbeş de, û behsa pêşhateyên herêmî û navdewletî jî kirin.