Doha-SANA
Şandeyeke Desteya Niştimanî ya Kesên Windayî û Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz li Sûrîyê, îro li Dohayê ligel Wezîrê Dewletê li Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mihemed kurê Ebdulezîz kurê Salih El-Xuleyfî, hewldanên her du desteyan di warên dadwerîya veguhêz û dosyeya kesên windayî de nirxandin.
Şêwirmenda Ragihandinê li Desteya Niştimanî ya Kesên Windayî, Zeyne Şehla, da zanîn ku di hevdîtinê de tekezî li ser girîngîya hewldanên her du desteyan ji bo pêkanîna aramî û aştîya civakî li Sûrîyê û pêşkêşkirina piştgirîyê ji malbatên qurbanî û windayîyan re hat kirin.
Wezîr El-Xuleyfî, ji hêla xwe ve piştgirîya Qeterê ji bo hemû mekanîzmayên qanûnî yên ku di berjewendîya xurtkirina dadwerîya veguhêz û bihêzkirina sîstema hesabpirsînê ji tawanên hatine kirin de ne, tekez kir û rê û warên piştgirî û hevkarîyê bi her du desteyên niştimanî re nirxandin.
Serokê Desteya Niştimanî ya Kesên Windayî Mihemed Rida El-Celxî û serokê Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz Ebdubasit Ebdulletîf serokatîya şandeya Sûrîyê kirin.
Desteya Niştimanî ya Kesên Windayî berî çend rojan beşdarî paneleke gotûbêjê bû ku ji alîyê Balyozxaneya Brîtanyayê li Laheyê û Komîteya Navdewletî ya Karûbarên Kesên Windayî ve hatibû sazkirin.