Şam – SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Rêvebirina Qeyranan yê Sûrîyê, Raid El-Salih, bi Rêvebirê Ajansa Hevkarîya Navneteweyî ya Yabanî (JICA) li Rojhilata Navîn, Tosaka Sota re behsa rêyên hevkarîyê di warê haydarkirina zû, rêvebirina qeyranan û paqijkirina mayînan de kirin.
Salih tekezî li ser girîngîya pevguhertina pisporîyê û perwerdekirina kadroyên niştimanî kir, û ezmûna Yabanê di mukumkirina amadebûna civakê de bilind nirxand.
Sota, ji alîyê xwe ve amadebûna JICA anî ziman ji bo berfirehkirina piştgirîya teknîkî û perwerdekirinê, ji bo pêşxistina bersivdana bilez û xurtkirina ewlehîya civakê li Sûrîyê.