Wezîrê Karê Derve û Koçberan Es’ed el-Şeybanî, ala Komara Sûriyê li ser avahiya balyozxaneya Sûriyê ya li waşintonê bilind kir.
Wezîr el-Şeybanî di daxwiyaniykê kurt a piştî bilindkirinê got:″Ev kêlîkeke dîrokî ye, daxwaza dilê her Sûriyekî ku ji bo wê qurbanî dane ye, di vê kêlîkê de em nikarin şehîdan û malbatên wendayan û yên birîndaran ji bîr bikin, her weha her kesê ku qurbanî dane ji bo Sûriyê li vê deverê bibîne.″
Bilindkirina alê bi amadebûna hejmarek ji endamên revenda Sûriyê li Amerîkayê hat pêkanîn.
Niha Wezîrê Derve serdaneke dîrokî bo Amerîkayê pêk tîne, ji ber ku ji berî 25 salan de ti wezîrên derve yên Sûriyê neçûne Amerîkayê, ev yek nîşana guhertineke balkêş e di têkiliyên di nav herdû welatan de.
Tê zanîn ku el-Şeybanî li gel cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Krîstofer Landro û hejmarek ji endamên Encumena Pîran û yên Kongrisê her weha hejmarek ji berpirsên Wezareta Xezîneyê pêk anîbû, û li gel wan têkiliyên Sûriya û Amerîkayê û pêşxistina wan û hilanîna sizayan ji ser Sûriyê gotûbêj kiribûn.