Enqere-SANA
Piştî ku Nexşerêya Sûrîyeyê ji bo çareserkirina krîza Siwêdayê hat ragihandin, Tirkîyeyê jî ji alîyê xwe ve dilînyayî xwe anî ziman û got ku em piştgirîyê didinê.
Wezareta Derve ya Tirkîyeyê di daxuyanîyekê de ku ji hêla Ajansa Anadoluyê ve hat weşandin, got: “Em vê nexşerêya ku bi armanca parastina aramîyê, bicihkirina dilrihetîyê û rêlibergirtina dubarebûna şer li Siwêdayê, hatiye danîn, bi dilgermî dipejirînin.”
Her weha wezaretê piştrast kir ku Tirkîye dê piştgirîyê bide hewldanên ku armanca wan hemî pêkhateyên gelê Sûrîyeyê di aştî, ewlehî û dilrihetîyê de bijîn, ev yek jî ji ber bingehê prensîbên rêzgirtina yekparçeyîya xakê, yekîtî û serwerîyê tê.
Hêjayî gotinê re ku duh, Wezareta Karên Derve û Koçberan daxuyanîyek der barê “Nexşerêya Çareserkirina Krîza Siwêdayê û Aramîya Başûrê Sûrîyeyê” de weşand, ku di civîneke sêalî de li Şamê ji alîyê Wezîrê Karên Derve û Koçberan Esad Hesen El-Şeybanî, Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen Sefadî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyeyê Thomas Barrack, hat pejirandin.