Emman-SANA
Tîma Sûrîyê îro li hemberî hevtayê xwe yê Filistînî bi encama 99-68 xalan di Qehremanîya Rojavayê Asyayê ya di bin 18 salî de ya ku derbasbûnê bo Kûpa Asyayê ya Basketbolê ya 2026an diparêze, bi ser ket, di maça ku li yarîgeha “Arena”yê li paytexta Urdinê Emmanê hat lidarxistin.
Tîma me di dawîya nîvê yekem de bi 49-31 xalan pêş ket, berî ku lîstikê bi cudahîya 31 xalan ji bo xwe bi dawî bike.
Her weha tîma me duh Sêşemê lîstikên xwe yên di qehremanîyê de bi serkeftina li hemberî hevtayê xwe yê Urdinî bi encama 80-62 xalan dest pê kir, û sibê Pêncşemê saet yek û nîvê nîvroyê di sêyem lîstika xwe ya qehremanîyê de bi tîma Îranê re rûbirû dibe.