Şam-SANA
Yekîtîya Basketbolê amadekirina tîma olompî ji bo rûbirûbûna hevtayê xwe yê Libnanî sibê di lîstikeke dostane de ragihand, wek pîrozbahîya jinûvevekirina hola El-Feyha’ ya werzişî li Şamê piştî bidawîbûna karên nûjenkirina giştî.
Her weha karên pêşxistinê nûkirina erdê yarîgehê li gorî pîvanên navdewletî, çakkirina cihê rûniştinê, nûkirina sîstemên ronahîyê û tabloyên encaman ên teknîkî li xwe girtin, tevî amadekirina sazîyên taybet bi lîstikvan, dadwer û medyakaran, da ku hol cihê xwe yê girîng di nav dezgehên werzişî de li ser asta Asyayê vegerîne.
Ev rûbirûbûn wek yekemîn çalakîya werzişî tê ku hol bi rengê xwe yê nû mêvandarîya wê dike, ji bo pêşkêşkirina ezmûneke hunerî û teknîkî ya pêşketî ji bo cemawer û werzişvanan.