Şam-SANA
Sibê Înê pêşbirkên qonaxa çûnê ya qehremanîya Xula Taybet a Voleybolê ya Mêran dest pê dikin, bi beşdarîya yaneyên El-Selemîyê, El-Ceyş, El-Şurta, El-Wehde, Ebû Hemam, Xan Şêxûn, Kinsefre, Amûdê û El-Furat.
Di hûrgulîyan de, lîstik li her du holên El-Feyha’ û El-Şurta li Şamê û hola Nasih Elwanî li Hemayê tên lidarxistin.
Lîstikên gera yekem El-Wehde ligel Ebû Hemam, û El-Ceyş ligel El-Furat li dû hev li hola El-Feyha’, û El-Şurta ligel Kinsefre li hola El-Şurta, û El-Selemîyê ligel Xan Şêxûn li hola Nasih Elwanî rûbirû dibin .