Qahîre-SANA
Yekîtîya futbolê ya Afrîkayê îro pêkhateya nimûneyî û bêkêmasî ya kûpa netewên Afrîkayê, ya ku li Mexribê tê lidarxistin, ragihand, û di pêkhateyê de 4 lîstikvanên tîma Mexribê, 4 lîstikvanên tîma Senegalê, û 3 lîstikvanên Nîjeryayê cih girtin.
Di pêkhateyê de her yek ji lîstikvan: golparêz Yasîn Bûnû yê ji Mexribê, û di xeta bergirîyê de Kalvîn Basî ji Nîjeryayê, Mûsa Nîakatê ji Senegalê, û Eşref Hakîmî û Nusêr Mezrawî ji Mexribê, û di xeta navîn de Adrîsa Gîyê û Bab Gîyê ji Senegalê, û Adî Mola Lokman ji Nîjeryayê, her weha di xeta êrîşê de Îbrahîm Dîaz ji Mexribê, Vîktor Osîmên ji Nîjeryayê, û Sadyo Manê ji Senegalê li xwe digire.