SANA – Taybet
Yekîtîya Navneteweyî ya Futbolê (FIFA), di encama dengdana xwe ya fermî de ragihand ku alîgirên Yaneya Zaxoyê xelata “FIFA Fan Award 2025” wergirtine. Bi vê encamê, tîma Zaxoyê di qada navneteweyî de pêşîya welatên xwedî kevneşopîyên mezin ên futbolê yên wekî Arjantîn û Spanyayê girt.
Hilbijartina alîgirên Zaxoyê ji bo vê xelatê, li ser hîmê çalakîya wan a mirovî ya di lîstika 13ê Gulanê de pêk hat. Di wê lîstikê de, bi armanca moraldayîna zarokên bi nexweşîya penceşêrê, bi hezaran pêlîstok (lîstikên zarokan) bo nava yarîgehê hatibûn avêtin (li nava yarîgehê hatibûn danîn), vê dîmenê dengvedaneke mezin di medyaya cîhanê de çêkiribû.

Di daxuyanîya piştî ragihandina encaman de, Serokê Yaneya Zaxoyê Omer Ferhad kêfxweşîya xwe nîşan da û ev xelat wekî serkeftineke hevbeş û dîyarî ji bo “her çar parçeyên Kurdistanê” bi nav kir.
Hate ragihandin ku merasîma fermî ya xelatdayînê îşev li Dohayê bi rê ve diçe. Hemwext, rêveberîya yaneyê ragihand ku li Stadyuma Navneteweyî ya Zaxoyê ahengeke mezin tê lidarxistin, ku tê de hunermend Ebdulqehar Zaxoyî dê beşdar bibe û dîmenên merasîmê li ser ekranên mezin bên nîşandan.