Doha – SANA
Tîma Sûrîyê di qonaxa çaryeka fînalê ya Kûpaya Ereban a futbolê de, di lîstika ku îro li stada Xelîfe ya Navdewletî li Dohayê ew anîn cem hev, li hemberî tîma Mexribê bi goleke bêberamber (1-0) li paş ma.
Tîma me ya niştimanî gihîştibû qonaxa çaryeka fînalê piştî ku di koma yekem de bi 5 xalan di pileya duyem de cih girtibû, bi cudahîya golan ji tîma Filistînê ku yekema komê bû.
Di çarçoveya çaryeka fînalê de, îro tîma Erebistana Siûdî û Filistînê rûbirûyî hev dibin. Ev qonax dê sibe bi lîstikên Urdin ligel Îraqê, û Cezayîr ligel Îmaratê bi dawî bibe.