Doha – SANA
Di lîstika ku îro di çarçoveya pêşbirkên gera duyem a koma yekem a Kûpaya Ereban, li Dohaya paytexta Qeterê hat lidarxistin, Tîma Sûrîyê ya Futbolê ya mêran bi tîma Qeterê re bi golek beramber golekê wekhev derket.
Di nîvê yekem ê lîstikê de êrîşên dualî ji herdu tîman hebûn ligel serdestîyeke rêjeyî ji bo tîma me ku du gogên metirsîdar bi rêya Omer Xirêbîn, ligel goga Ebdula El-Şamî winda kirin, lê encam heta dawîya nîvê yekem bê gol ma.

Tîma Qeterê di destpêka nîvê duyem de zexteke zêdetir kir ligel xurtîyeke berbiçav a berevanên tîma me û li pişt wan golparêz Elyas Hedaya. Qeterîyan karîbû di xuleka 77an de bi rêya lîstikvanê xwe Ehmed Elaa bi gogeke serî golekê tomar bikin, lê tîma me li ber xwe da û karîbû gola wekhevîyê bi lêdaneke balkêş ji êrîşber Omer Xirêbîn di xuleka 90î de tomar bike, da ku lîstik bi wekhevîya erênî, golek li hember golekê bi dawî bibe.
Bi vê encamê tîma me gihişt xala çaran û di rêza duyem de cih girt, ku bi heman awayî ligel tîma Filistînî ye ku bi cudahîya golan li pêş e, lê tîmên Tûnis û Qeterê di rêzên sêyem û çarem de bi yek xalê cih girtin.
Roja Yekşema bê lîstikên gera sêyem dê bên lidarxistin û tê de tîma me dê bi tîma Filistînê re rûbirû bibe, her wisa di lîstika duyem de tîma Qeterê bi tîma Tûnisê re dilîze.









